Girûpek çekdarên PYD , roja yekşemê 3 Hezêranê êvarî, berpirsê têkiliyên karê derve di Şepêla Pêşeroj ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Temo revand.
Temo dema ji bajarê Dirbêsiyê ber bi gundê Cinaziyê de diçû, ji hêla girûpeke çekdar ve hate revandin li gor daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Şepêlê.
Di daxuyaniyê de şepêlê partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD bi revandina Temo tewanbar kir, û tê de hat ku ew PYD di ber saxlemiya temo Temo de berpiresyar dibînin.
Her weha di daxuyaniyê de doz li PYD hat kirin ku di nêzîktrîn dem de serkirdeyê wan serbest berde û karên xwe yê terorî li hember endam û berpirsên Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê rawestîne.
Tê zanîn ku hejmarek ji endam û alîgirên Encumana Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê ENKS di zindanên PYD de binçavkirî ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê