Çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve, Îro Înê 13 nîsanê, êrîşî mala endamê desteya serokatiya Encuman Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Nimet Dawûd li bajarê Qamişlo kirin û ber bi cihekî nenas ve birin.
Idrîs Xelo endamê komîta navendî ya partiya Wekhevî ya kurd li Sûriyê ku Nimet Dawûd sekreterê wê partiyê ye nûçeya binçavkirina Dawûd tekez kir
Tê zanîn ku di 2 Nîsanê de heman çekdaran Fêsel Yûsif endamê desteya serokatiya ENKS binçav kir û ta vê gavê çarenivîsa wî nediyar e.
Jêder: Beşê Kuredî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê