Îro Duşemê 16 nîsanê demjmêr 11 nîvro Komek çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD li gel komîna kolana Xelîc li bajarê Qamişlo, êrîşî mala Ibrahîm Biro endamê nivîsgeha karê derve ya ENKS kirin, û xuşka wî Gulîzar û hevjînê wê endezyar Ebdulmecîd Mistefa û herdû mendalên wan Sîber 13 salî û Elend 11 salî binçav kirin, û piştî çend demjimêran wan bi şert û mercan serbest berden, ev yek di berdwamiya binpêkirinên mafê mirovan ji hêla PYD derheqê endam û alîgirên ENKS tên.
Jêderekê ji malbata Biro ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku çekrdaran piştî çend demjimêran Gulîzar û malbata wê serbest berdan, bi şert û mercên ku ew serdana dadgeha PYD bikin û belgeyên kirîna xwe ji xaniyê Ibrahîm Biro re pêşkêşî dadgehê bikin.
Heman jîderî ji malpera me re diyar kir ku eger gulîzar belgeyên kirîna xanî pêşkêşî dadgehê neke wê dadgeh xanî desteser bike.
Di heman rojê de çekdarên PYD êrîşî mala kurê Fuad Elîko endamê desteya siyasî ya hevbendiya niştimanî Sûrî kirin û kilîta wî şikandin.
Derbarê vê mijarê Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS daxuyaniyek Belavkir têde kiryara çekdarên PYD şermezar kir, û doz li hêzên Kurdistanî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember berpirsiyariya xwe ya netewî rawestin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê