Çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand ku çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD welatiyakî sivîl ê bi navê Welîd Hemûdê yê 33 salî yê ji bajarokê Cindirêsê li ser rêbenda Bîne dema ku roja yekşemê 20ê gulanê dixwest vegere Efrînê kuştin.
Her wiha Hesen bal kişand ku çekdarên PYDê û çekdarên rêjîma Esed bi dehan fîşek teqandin da ku xelk venegerin Efrînê û di wê demê de fîşekek li Welîd Hemûdê ket û jiyana xwe ji dest da .
Hesen tekez kir ku çekdarên rêjîma Esed hin xortên ku vedigeryan Efrînê li ser rêbenda Bînê girtin û bo leşkeriya neçar birin.
Hesen da zanîn ku tevî astengiyên ku ji aliyê çekdarên PYD û rêjîma Esed ve li ber welatiyan tên derxistin, lê bi hezaran xelk bi otomobîlên xwe vedigerin Efrînê.
Tê zanîn ku hê bi hezaran malbat li derdora bajorkên Nubil û Elzehraa û Til Rif’et mane û rewşa jiyana wan pir xirab e.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê