Duhî roja sêşemê, Dr. Ebdulhekîm Bişar cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li nivîsîngeha xwe di avahiya Hevbendiya Niştimanî de, pêşwazî li xatûn Cêl rawêjkara karubarê fayîlê Sûriyê di wezareta derve ya Amerîka kir.
Û di çavpêketinê de, cîgirê serok li ser civîna li Riyad ya di navbera desteya bilind û nûner û fermandarên hêzên leşkerî de axivî, û behsa dirustkirina şanda opozisyonê û astengiyên dikevin li pêşiya Jinêvê kir, ku Rijêm gengeşekirina piroseya siyasî û pabendnebûna bi biryarên navdewletî û bi daxuyaniya Jinêv1 ya li sala 2012 an û biryara 2118 ya encûmena Aasayîşê red dike, û herwiha behsa zehmetiyên dikevin li pêşiya şanda danustandinan kir.
Paşî Dr. Hekîm hat li ser rojeva derdeseriyên gelê kurd yên siyasî û abûrî, û behsa tepeseriya Rijêmê û hevalbenda wê “PYD” kir, û giringiya ku rêveberiya Amerîka ji bo rawestandina tepeseriyê li navçeyên kurdî tevbigere.
Cîgirê serok hat li ser behsa nêrîna ENKSê ya derbarê paşeroja Sûriyê ji ber ku nêrîna wê li ser binyatê rewşa piraliya netewî li Sûriyê ye, û behsa ketwarê parçebûna civaka Sûrî kir.
Ji aliyê xwe ve, rawêjkara wezerata derve ya Amerîka tekezî li ser nerîna piransîbî ya rêveberiya nû ya Amerîka ya derbarê fayîlê Sûriyê kir, û hevdem tekezî li ser giringiya karê serekî yê ji bo têkşikandina DAIŞ û terorê kir.
Û bal kişand ku lênêrîna rêveberiya nû zêdetir ji fayîlê Sûriyê û qada wê li xwe digire, û bi dûrbînek berfirehtir temaşa dike, û ku hin lêkolîn dibin ji bo çawaniya riftar bête kirin li dijî terorê û ligel fayîlê Sûriyê bi giştî.
Û got ku helwesta dawiyê ya rêveberiya nû hêjî xuya nebûye, û ez bawer dikim wê di dema heyvekê de bête zelalkirin.
Rawêjkara Amerîka tekezî li ser giringiya çareseriya siyasî û bidawîkirina tepeseriya li dijî gelê kurd kir, û herwiha li ser giringiya dabînkirina mafên xelkê Sûriyê yên takekesî û giştî yên demokratîk.
Jêder: Beşê kurdî yê Ragihandina Hevbendiyê