Bi destpêkirina civandina alîgirên Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Sûriyê ENKS da mangirtina xwe lidarxin re, layingirên PYD yên navê xwe dikin Ciwanên Şorşgêr bi dar û keviran êrîş birin ser wan.
Mangirtinê demjimêr 3 yê esra roja Înê li rex mizgefta Selman Elfarsî hatibû destnîşankirin, lê ji ber ku PYD ji alîgirên xwe xwest li heman cihî û di heman demê de derkevin, ENKSê cihê mangirtina xwe guhest pêşiya ofîsa PDK-S, lê wilo jî wan sîpeyên PYD bi şêweyekî hovana êrîşî zarok û jinan kirin.
Û di heman demê de alîgirên PYD êrîşî ofîsên partiya Yekîtî ya kurd û ya partiya Dîmuqratî kurdistan Sûriya kirin û alavên herdû ofîsan şikandin û desteser kirin.
Ji hêla xwe ve Emîndariya ENKS kongirekî rojnamevanî li dar xist têde êrîşa PYD bi tunedî şermezar kir.
Muhsin Tahir endamê emîndariya Encumana Niştimanî di kongir de ragihand ku mangirtina wan ji bo serbestberdana girtiyên siyasî bû, û bi şêweyekî aştiyane û sivîl bû, lê PYD bi raman û eydilociya xwe ya tekrewî li dijî wan derket.
Endamê emîndariya giştî ya ENKS tekezî li ser berdewamiya karê encumenê yê sivîl kir û got“ENKS ji rêça kurdayetiyê venagere û ewê bi berdewamî bervaniyê diber mafê gelê kurd de bike”.
Tê zanîn ku hejmarek endam û alîgirên ENKS ji ber êrîşa alîgirên PYD birêndar bûne û 3ê ji wan hatin girtin.
Jêder: Hevbendî