Raportên meydanî evro înê anîne ziman ko êrîşên asmanî yên Rûsya û topbarana tund ya hêzên rêjîma Esed, bûn sedema kuştina bi dehan sivîl û derbiderbûna bi hezaran malbat ji gundewarê Idlibê.
Çalakvanan anî ziman ko bi sedema êrîşên firokên cengî yên Rûsî ji sibeha vê roja înê de, heşt kes ji nav wan sê zarok şehîd ketine, ko bombebaranê rasterast bajar û bajarokên gundewarê Idlib yê başûr amanc kirine.
Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê li Sûriyê, diyar kir ko wê dikarîbû derbiderbûna 6653 malbaran ji herêm û bajarok û gundên ketine ber bombebarana Rûsî û rêjîmê li parêzgeha Idlib ji destpêka vê heyva çirîya paşî belgeh bike.
Tîmê di daxuyaniyeke xwe de anî ziman ko hêzên rêjîmê û Rûsya operasiyonşn xwe yşn leşkerî ji 1-14 vê heyvê gurtir kirine, wê hişt ko 6653 malbat anko dora 36588 kes derbider bibin.
Û destnşan kir ko operasiyona rêjîmê û Rûsya ya dawî bû sedem ko 50 sivîl ji nav wan 15 zarok bêne kuştin, û jêrxana herêmê wêraniyeke mezin têde çêbibe, ji nav wan 29 bargeh û du tirimpêlên hewarhatinê ko rasterast an nerasterast ji hêla Rûsya û rêjîmê ve hatine bombebarankirin.
Tîma Bersivdanê daxwaz ji rêkxistinên mirovî û aliyên kartêker kir ko navendên hewandina penaberan li kampan bi lez û yekser dabîn bikin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bi berpirsiyariyên xwe rabe û têwerdanê bike tako zincîra tawanên têne serê sivîlan rawestîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî