Desteya ENKSê ya şopandina danustandinên Cinêv li heyamê herdu rojên bihûrî şemê û yekşemê 12-13/08/2017, civînek li Hewlêrê lidar xist ji bo nirxandina ketwara ENKSê di hindur çarçova opozisyona Sûrî û derveyê wê de, herwiha ji bo nirxandina qonaxa bihûrî û gengeşekkrina destpêşxeriyên her demekê tên pêşniyarkirin derbarê lihevkirina di nav ENKSê û PYDê de.
Derbarê vê yekê û hin babetên din, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û endamê desteya dûvçûna Cinêvê Hewas Egîd ji malpera me re ragihand û got: “derbarê kongirê Riyad yê ji aliyê Erebistana Si’ûdî hatiye ragihandin li heyva çiriya pêşîn ya îsal li Riyad lidar bikeve, me biryar daye ku hewl bidin da wî bi kongirekî nû û bi navê kongirê Riyad2 binav bikin, û ew ne geşta duwem ya kongirê Riyad be, ji ber ku em wek ENKSê ji daxuyaniya Riyad1 nerazî ne, û astê nûnertiya me jî têde lawaz bû, lewra me komîteyek dirust kiriye ji bo aktîvkirina rola ENKSê û serdana çend dewletên herêmê û yên cîhanê yên xudan bandor di rewşa Sûriyê de, û encamdana hevdîtinan ligel platforman û sercem aliyên opozisyona Sûrî û daxwazkirina giringiya pûçkirina karnameya Riyad1 û beşdariya ENKSê bi şandeke serbixwe di kongirê Riyad de, ji ber ku wê kongirê nû bête berferehkirin bi tevlîkirina sercem platforman “.
Û derbarê destpêşxeriyên derdikevin ji bo pêkanîna rêkeftinekê di navbera ENKSê û PYDê, Hewas Egîd got: ” em destpêşxeriyan ji aliyên nenas yên karîna pêkanîna fişaran li rex wan nebe qebûl nakin, û herwiha me merc hene ku bi hîç awayî derst ji wan bernadin, û di serî de sipîkirina girtîgehên PYDê ji girtiyên siyasî û rojnamevan û çalakvanan, û vekirina nivîsîngehên ENKSê û partiyên wê û hilanîna astengiyên li pêş jiyana siyasî bi hemû dîmenên wê ve li navçeyên kurdan, û destberdana ji siyaseta tekrewî û êdolojiya takpartiyê û vejandina rêkeftinên berê yên di navbera me de, nemaze rêkeftina Dihokê ya dawîtirîn rêkeftin bû, û bi amadebûna serokatiya herêma kurdistanê û hebûna çavdêriyek navdewletî wek dîdevan li ser rêkeftinê.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê