Desteya Ragihandinê li Wadî Bereda li gundewarê Şamê, rawestandina êrîşên hêzên rêjîmê û milîtanên hizbulaha tirorist li ser herêmê mandele kir. Û çalakvanan gotin ku sê şehîd ketine û dora deh kesan birîndar bûne, gava ko doh gundê “Eyn Elfîcê” û “Besîme” hat amanckirin.
Desteya ragihandinê ya Wadî Bereda doh got ko “tiştê milîtanên hizbulah dibêjin ku wan şer rawestandiye û agirbest pêkanîne, an jî gotina ko şandek ji efsereên Rûs hatiye bo danûstandinê tev ji kok de nerast in.”
Hêzên Rêjîmê û milîtanên piştgiriya wan dikin, êrîşên xwe yên leşkerî li dijî gund û bajarokên herêma Wadî Bereda ya ko 15km bakurê Şama paytext dikeve berdewam dike, tev ko ev 8 roj in cîbicîkirina peymana agirbestê dest pê kiriye.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Bedir Camûs daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko komîteke peyketina rastiyan bişîne, da rastiya tawanên ko rêjîmê di derheqê sivîlan de kirine bibîne, û dibîne ko rêjîm çekekî nû li dijî sivîlan bikar tîne ew jî av e.
Çalakvanan anîn ziman ko nexweşiya jehrî û alarcya bi xelkê re çêbûye, nemaze bi zarokan û kesên berxwedana laşê wan lawaz re. û desteya bijîşkî li Wadî Bereda dibîne ko sedema wê yekê jî vexwarina ava gemarî ye, piştî ko firokên mêg yên rêjîmê kaniya Eyn Elfîcê bombebaran kirin, û di encamê de parek jê wêran bû, û ev 16 roj in ji kar ketiye.
Yan Îgland serokê kar ji bo alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê yê Netewên Yekbûyî di kongirekî rojnamevanî li Cinêvê roja pêncşembê Destnîşan kir ko “li Şamê bi tenê 5.5 milyon kes ji avê bêpar man e an jî hindik digihêje wan, çimkî dahatiyên Wadî Bereda bi sedema şer û wêraniyê nema bi kêrî bikarhatinê tên.”
Niştecihên herêmê li Wadî Bereda dibînin ko êrîşa leşkerî dijî wan, armanc jê ew e ku wan bi kotekî ji amalên wan koçber bikin, wek heman rewşa li herêmên derdora Şamê çêbû.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî