“Desteya Yasanasên Sûrî”, li roja sêşemê di daxuyaniyekê de, hişyarî dabû ji tawanên şer û tawanên dijemirov yên ji aliyê Rûsya û rêjîmê ve têne pêkanîn li Idlib û Hemayê, û bang li Netewên Yekbûyî kir ji bo cîbicîkirina destûra xwe û karkirina ji bo rawestandina tawanên berdewam yên li dijî Sûriyan ên bi hemû alavan têne pêkanîn.
Desteyê daxuyaniya xwe li ser rûpela xwe ya li ser tora civakî (Facebook) belav kiribû, û têde bang li Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî kiribû ku bi erkên xwe rabe ji bo parastina aştî û ewlekariya navnetewî, û parastina welatiyên sivîl li Sûriyê ji qirkirinê û tawanên şer û dijemirov yên ji aliyê Rûsya, Îran û rejîma Esad û milîsên wan dibin.
Desteyê di daxuyaniya xwe de dakokî li ser pêwistiya rawestandina binpêkirina herçar Peymanên Cinêvê û Protokolên wê kir, her weha yasa navnetewî ya mirovahî û yasa navnetewî û Peymana Netewên Yekbûyî û Peymana Navnetewî ya Mafên Mirovan, Peymana Navnetewî ya ji bo parastina mafên siyasî û medenî kiriye.
Desteyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Rûsya, Îran û rejîma Esad bi hinceta dijberiya terorîzmê, radibe bi pêkanîna tawanên şer û jenosîdê li deşta Hema û Idlibê, û ku rastiyên li ser erdê ji kuştina sivîlan û derbiderkirina bi sedhazaran welatiyên sivîl li nav çol û çolistanan piştrast dike.
Daxuyaniyê tekez kiriye ku kiryarên hêzên Rûsya û Îranê û hêzên Beşar El-Esed, Peymana kêmkirina êrîşan ya Astana binpê dike, û tevî ku binemayên Yasa Mirovan ya Navnetewî û Yasa Asayî ya Navdewletî bi eşkere û bêşermî binpê dike.
Û Desteya Yasanasên Sûriyê, bang li civaka navnetewî kir ji bo bicihanîna destûra xwe û rawestandina tawanên berdewam li dijî Sûriyan bi her awayî, û bal kişandiye li ser hewldanên Rûsya, Îran û rejîma Esed, ji bo qirkirin û pêkanîna tawanên şer û dijemirov li dijî xelkê li Hema û Idlibê û koçberbûna bi sedhezaran welatiyên sivîl, bi hinceta şerê terorîzmê.
Duhî, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulrehman Mustefa, ji aliyê xwe daxwaz ji civaka navdewletî û aliyên kartêker di dosya Sûriyê de kiribû, ku binpêkirinên rijêma Esed û Rûsya yên dijî Idlibê rawestînin, û dîtibû ku hîn Rûsiya pabendiya bi rêkeftinan red dike, û dixwaze “rijêmê li ser linga bihêle”.
Ku li roja duşemê, hin welatên Ewrûpayê, di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaza rawestandina êrîşa li ser Idlibê û derdora wê bi awayekî bilez kiribûn, û Brîtanya, Fransa û Almanya jî di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaza bidawîkirina êrîşên leşkerî li deverê kiribûn, û xemgîniya xwe ya giran xuya kiribûn li hember pêla tundûtûjiyê ya li vê dawiyê ku têde zêdetir ji 120 kesên sivîl hatine kuştin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî