“Komîsyona yasanasên Sûrî” duhî roja çarşemê yadeştnameyek derxist û têde hewldanên rejîma Esad ji bo destdanîna li ser milk û pereyên dijberên sivîl ên desthilata xwe bi rêya destdanîna kêfî, bi karekî neheq û derveyî çarçoveya yasa û dadweriyê dît.
Di yadeştnameyê de ya li ser malperên medya civakî hatibû belavkirin, gotibû ku biryara Wezîrê Darayî yê rejîma Esed hatiye ji bo destdanîna li ser mal û milkên bi dehan welatiyên Xûta rojhilat, ku ji aliyê rejîma Esed bi “terorîst” hatine binavkirin ji ber alîgiriya ji şoreşa sûrî û opozisyonê re.
Yadeştnameyê cext kiriye ku biryara derxistî neqanûnî û neheq e, û ji bo binpêkirina “destûrên Sûriyê” û yasa mirovahî ya navnetewî û peymanên navnetewî ye, û gotiye ku biryarê hemû rêyên yasayî yên navdar û yên li hemû dadgehên cîhanê heyî binpê kirine.
Komîsyonê biryar bi binpêkirineke xuya ji desthilatdariya dadweriyê re dîtiye, nemaze binpêkirina movika “d” ji benda 3 ya Rêkeftina Cenevre ya 1949, ya tekest dike li ser “ku derxistina biryaran û cêbicêkirina sizayan bê dadgehkirin dibe aloziyeke yasayî, û hemû garantiyên yasayî yên pêwîst di nêrîna miletên pêşkeftî de li xwe digire”.
Desteya Yasanasên Sûrî bang li NY û konseya Ewlekariyê û saziyên navnetewî kiriye, bo kar bikin ji bo rawestandina van binpêkirinên mezin yên rejîma Esed û Îran û Rûsya derheqa gelê Sûriyê û talankirina mal û milkên welatiyan bi neheqî.
Komîsyonê bal kişandiye ku biryar hatiye li dijî dijberên rejîma Esed û biyar bi “sizayeke bi kom” li dijî mafên wan yên raderbirînê û raya siyasî û mafên medenî û bêparkirina wan ji mafê sikalekirin li dijî kiryarên kêfî û neheq yên dezgehên ewlekariyê binav kiriye.
Desteyê di yadeşnameya xwe de bal kişandiye li ser giringiya dîtina hemû biryar û tedbîrên têne standin ji aliyê rejîma Esed û Îranê û çekdarên wan ji bo destdanîna li ser mal û milkên welatiyên sûrî wek karin ne yasayî , û ti kes û alî danpêdanê pê neke.
Desteyê bal kişand ser pêwîstiya gunehbarkirina wan alî û kesayetiyên beşdar di derxistina wan biryarên neheq de, bi encamên yasayî û darayî û kiryarên cezayî yên bi armanca talankirina mal û milkê welatiyan yên guhêzbar û neguhêzbar.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî