Desteya Yasazanên Sûrî bîrnameyek bo Netewên Yekgirtî şand derbarê tawanên cengê yên ko rêjîmê û Rûsya û Îranê li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê pêk anîne, û berpirsiyarî da ser milê hevpeymaniya rêjîmê ko tawanên cengê derheqê sirişt û abûriya civakî li gundewarê Hema û Idlibê pêk tîne.
Desteya yasazanên Sûrî di bîrdoza xwe ya dawî de anî ziman ko Rûsya û hêzên rêjîmê û Îranê tawanên cengê yên nû bi birîna daran li gundewarê Hema û Idlib pêk anîne.
Di bîrdoza desteyê de hat ko rêjîmê û hevalbendên wê tawanên cengê pêk anîne, û li herêma Kefer Zîta û Aletaminê bi hezaran dar birîne, û daxwaza têwerdana yekser kir, da bihêle hêzên Rûsî pabendî rêzgirtina peymanên navdewletî bibin, û nehêle hêzên rêjîmê birîna daran berdewam bikin, û lêpirsînê digel wan bike, û ji bo dadweriya navdewletî bêne pêşkêşkirin.
Desteyê di bîrdoza xwe de got ku milîtan bûne komên birîna darên zeytûn û fisteqên helebî, û ew jêderên jiyandina xelkê ne, û destnîşan kir ko hejmara darên gef li wan tê kirin dora milyonek dar e, û wek hejmarek navencî temenê wan 75 sal e.
Bîrdozê destnîşan kir ko ev milîtan motor û alavên bîrên irtîwazî talan kirine, hejmara wan jî 880 bîr e, ko paşeroja herêmê ji hêla abûrî û siriştî ve dikeve metirsiyê, û tawan e derheqê sirştê , çimkî ew tawana cengê ye, li gora sistema Roma a bingehîn û peymanên Cinêv li gora di bîrdozê de hatiye.
Desteya yasayî di bîrdoza xwe de tekez kir ko Rûsya netenê sivîlan dikuje û koçber dike; lê hişt ko milîtanên rêjîma Esed tawaneke nû pêk bînin, li ser tawanên berê kirine, û ew bobelateke mirovî û abûrî û xwezayî li pey xwe tîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî