Desthilata Sûrî ya demkî ragehand ko wê wezareta perwerde û fêrkirinê di demek nêzîk de karê çapkirina pertûkan cîbicî bike, û wan ji hemû dibistanan re li herêmên Sûriyê yên rizgarkirî, yên ko desthilat dikare bighêje wan, dabîn bike.
Wezîrê perwerde û fêrkirinê di desthilata Sûriyê ya demkî de, Îmad Berq, got ko wezaretê piroje ji rêkxistinên piştgir re şandiye, ji bo bi rola xwe rabin û pertûkan bişînin ji bo dibistanên ko wezaret nikare bighêje wan, û kar bikin ji bo pertûkan ji hemû dibistanan re dabîn bikin.
Berq got ko 700hezar pertûk dê çap bibin, û ew ji hemû qonaxên xwendinê re ne, û wê li hemû herêmên rizgarkirî belav bibin, û got ko pertûk bi piştgiriya sidoqa Qeter ya xêrxwazî çap bûne.
Berq got ko “hevrêzkarî di navbera me û sindoqa Qeter ya xêrxwazî de, ji berî sê mehan de dest pê kiriye”, û piştgiriya Qeter û rola fermanberiyên perwerde û fêrkirinê di dabînkirina hemû belgehan û destnîşankirina pêdiviyên gerek ji bo serxistina piroje bilind nirxand.
Berq destnîşan kir ko gihandina pirtûkan ji bo herêmên dorpêçkirî li başûrê Şamê û Muxeyem Elyermûk pir aloze, û diyar kir ko ew ji bo gihandina pertûkan bo wan herêman danûstandinê bi hin rêkxistinên piştgir re dikin ji bo pertûkan li hindirê wan herêman çap bikin.
Wezîrê perwerde û fêrkirinê yê desthilata demkî, diyar kir ko hemû dezgehên fêrkirinê û dibistan tevlî yên bi piştgiriya rîkxistina hawarhatinê û ya mirovî hatine vekirin, rêbaza wezaretê danpêdan dikin, û hevrêzkariyê bi wan re di rêya fermanberî û komgehên perwerdeyê re dikin.
Berq tekez kir ko hemû dibistan û fermanberiyên perwerdeyê li parêzgeha Idlibê, yên desthilata demkî ne, tev ko karta fêrkirinê li herêmên derveyî kontrola rêjîmê gelek arîşeyên wê hene, û ya herî berçav tunebûna piştgiriyê ji dibistanan re, û vê yekê hişt ko hinek ji wan bêne girtin.
Berê jî desthilata demkî bang li rêkxistinan kiriye da piştgiriyeke mezintir bidin karta fêrkirinê, û nîgeraniya xwe diyar kiriye ji destberdana zarokan ji dibistanan û çûna wan ber bi karan de, ji ber rewşa wan ya abûrî ya nebaş, her weha ji ber bombebarana ko firokên Rûsî û yên rêjîmê li dijî dibistanan pêktînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî