Zilamek û jinek îro ji hêla hêzên Esed ve hatin kuştin bi armanckirina traktoreke çandiniyê bi mûşekên germahiyê yê arastekirî li gundê “al-Bernas” li nêzî bajarokê “Bedama” yê li devera Cisir al-Şixûr li parêzgeha Idlibê.
Di encama gulebarana bi mûşekan ji aliye hêzên rêjîmê ve li ser riya di navbera “Bedama” û bajarokê “al-Bernas” yê li deşta Idlibê, sê jin birîndar bûn, û tîmên parastina sivîl çûn cihê bûyerê û birîndar veguhestin nexweşxaneyan.
Herwiha gundê “Hawica”, pira “Beyt al-Ras”, gundê “Şehnaz”, û gundê “Midan Xezal” li gundewarê parêzgeha Hemayê, bi topên hawanê hatin topbarankirin, bê ziyan li nav sivîlan çêbibin.
Li gorî Parastina Sivîl ya Sûrî, wan karibû êrîşên rêjîmê li ser şeş gund û bajarokan bi 66 guleyên hawinan û 4 roketên bejahî belge bikin, ku gundê “al-Bernas” û tevî bajarokên “Mi’ret Herma”, “Tah” û “Arinba”, û gundan “Mi’ret Zîta”, û “Om al-Sêr” hatin topbarankirin.
Hêzên rêjîma Esed hêjî bajar û bajarokê ldlib topbaran dikin, tevî agirbesta ji hêla Rûsya ve ya di 31 tebaxê de hate ragihandin, ku wan êvara sêşemê, bajarokên “Has” û “Kfarwaid” û “Tahtaya” bi topên giran topbaran kirin, herweha bajarê Babolînê li başûrê welêt.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî