Çalekvanên bajarê Kobanê ragihandin ku xalên leşkerî yên rêjîma Esed li derdora Helebê controlê derheqê welatiyên Kobanê yên dixwezin derbasî bajarê Helebê bibin dijwar dikin.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji malpra me re ragihand ku çekdarên rêjîma Esed pişkinîn li nuqteyên leşkerî li derdora Helebê dijwar kirine, bi armanca girtina xortan ji bo leşkeriya neçar , her wiha Mihemed bal kişand ku berî heftiyekê çekdarên rêjîma Esed rojnemvan Omer Kalo li derdora Helebê girtin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Mihemed da zanîn ku berî demekê xortê bi navê Ehmed Bozan ku ji Kobanê diçû Helebê ji bo çareseriya bizîşkî hat girtin, û ew şandin leşkeriya neçar.
Mihemed tekez kir ku xelkên Efrînê yên ku koçberî Kobanê bûne dixwezin herin Helebê, lê rêjîma Esed rê nade wan û ajovanên otombîlan agehdar kirine ku xelkên Efrînê bi xwe re neynin bajarê Helebê.
Hêjaye gotinê ku piştî şerê Efrînê bi dehan malbat koçberî bajarê Kobanê bûne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê