Endamê desteya bilind ya danustandinan Dr. Ebdulhekîm Beşar piştî vegera xwe ji Cinêvê, duhî roja duşemê 22/05/2017 ligel nûnertiya ENKSê li Hewlêrê civiya, ji bo agehdarkirina wan bi pêşdeçûnên dawiyê yên rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa pirsa kurdî bi taybetî.
Endamê desteya bilind ya danustandinan behsa rojeva encamên Cinêv6 kir, û diyar kir ku sazan û hevdengiyek navdewletî heye li ser çavdêriyek navdewletî ji kêşeya Sûrî re, ku bûye kêşeyek navdewletî, û bal kişand ku dirustkirina komîteyeka yasanasan ji NY û Rijêmê û Opozisoyonê tişteke giring bû di gera dawiyê ya gotubêjên Cinêv de, û ew hat berhevkirin ji bo destnîşankirina piransîpên serekî bo dariştina destûrî û amadekariyên gengeşekirina wê.
Bişar diyar kir ku niha fayilê Sûriyê di destê pênc dewletan de ye, ew jî Amerîka û Rûsiya û Tirkiya û Îran û Erebistana Si’ûdî ne, û diyar kir ku wê çareserî siyasî be ne leşkerî.
Û derbarê doza kurdî, Beşar got ku dîtina çareseriya doza kurdî wê bitenê bi rêka danustandinên Cinêv û di çarçova opozisyona Sûriyê de be, bi nûnertiya Hevbendiya Niştimanî, û diyar kir ku ew ji bo bidestxistina daxwazên xwe yên rewa di hevpeyvînan de berdewam in.
Dr Hekîm got ku ew bi gelek berpirsên dewletên Ewropî re li perawîza “Cinêv6” kom bû, ji bo şirovekirina rewşa gelê kurd li Sûriyê û çawaniya dîtina çareseriyek siyasî ji doza kurdî re.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê