Duhî roja duşemê 27/03/2017, Dr. Ebdulhekîm Bişar ligel xanim Robîn şandera Keneda û berêz Îvan şanderê Danîmarkê kom bû.
Di hevdîtinê de behsa zehmetiyên dikevin li pêşiya geşta danustandinên Cinêv û ajendeyên pêşniyarkirî û mîkanîzmên serederîkirinê hatin kirin, û cîgirê serokê Hevbendiyê bal kişand ku Rijêm ji çareseriya siyasî direve, û bi berdewamî hewl dide bo sepandina ajendeyên dûr ji xizmeta piroseya siyasî.
Cîgirê serokê Hevbendiyê helwesta Hevbendiyê şirove kir, ya tekeziyê li ser çareseriya siyasî dike, ligor lêvegera Cinêv1 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar, li ser binemayê dirustkirina desteya hikumraniya veguhêz ya bi tevaya desthilatdariyan bê hebûna Esed.
Herwiha di hevdîtinê de behsa rewşa gelê kurd û koçberkirin û tepeseriya li ser gelê kurd pêk tê û giringiya dîtina çareseriyeka demokratîk bo doza kurdî hat kirin.
Herwiha Dr. Hekîm cîgirê serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, behsa lênêrîna Encûmena Niştimanî ya kurdî û çawaniya çareseriya doza kurdî kir.
Jêder: Beşê kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî