Rewangeha “Euro-Med” û “Tora Sûrî ya mafên mirov” komkujiyên derheqa sivîlên Xûta yên li ser destê hêzên Rijêmê û Rûsiya di daxuyaniyeke hevbeş de şermezar kirin, û daxwaza standina helwesteke mikom ji bo parastina sivîlan kirin.
Daxuyaniya hevbeş daxwaza rêxweşkirinê li pêş karê mirovî û vekirina kirîdoran ji bo gihandina alîkariyên pêwîst bo xelkê dorpêçkirî yên navçeyê kir, û pabendnebûna Rijêmê û hevalbendên wê bi biryara agirbestê ya konseya ewlekariyê 2401 tekez kirin.
Herwiha herdu saziyan got ku bi dehên komkujiyan her ji 24’ê reşmeha borî (roja standina biryara konseya ewlekariyê) û heta duhî roja yekşemê bi destê hêzên rijêma Esed bi beşdariya hêzên Rûsiya li dijî sivîlan hatine pêkanîn.
Daxuyaniya hevbeş bal kişandiye li ser bikaranîna napalim û denemêtan û çekên kêmiyayî li herdeh rojên borî, tevlî bikaranîna zêdetir ji 172 bermîlên teqîner bi awayekî berçav û bi rêjeyeke bilindtir ji berî derketina biryara konseya ewlekariyê.
Di daxuyaniya hevbeş de kuştina nekêmtir ji 524 sivîlan ji wan 83 zarok û 55 jin û 3 karmendên pizîşkî û 5 karmendên bergiriya sivîl in, her weha tomarkirina 20 komkujiyan li dijî sivîlan hatine belgekirin.
Daxuyaniyê bal kişandiye ku navendên zindî rastî êrîşan hatine, û ligor herdu saziyan ku pêdiviya nêzîkî hezar sivîlî bi çareserkirina pizîşkî heye, û 700 ji wan pêwîstiya wan bi neştergeriyeke bilez heye.
Daxuyaniyê li ser zarê berdevkê rêxistina saxlemiya cîhanê Tariq Yasarîfîtiş gotiye: her ji heyva çileya borî ve, bi tenê 29 nesax û birîndar ji aliyê “Heyva Sor” ji Xûtayê hatine derxistin.
Herdu aliyan daxwaza rêşûnên tund û bihêz ji bo cêbicêkirina agirbestê û rawestandina şerê ji bo rakirina birîndar û nesaxan ji Xûta ji konseya ewlekariyê kirin.
Herwiha daxwaza gihandina alîkariyên pêwîst bo xelkê dorpêçkirî bi sedema dorpêçkirina zêdetir ji pênc salan ya li ser navçeyê kiriye, û daxwaza dadgehkirina tawankarên komkujiyan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî