Di girtevîdyokê de ku hin çalakvanan li ser torên civakî belav kirbûn, têde ala Şoreşa Sûriyê li ser mizgefteke bajarê “El-Kerek”li Gundewarê Rojhilat yê Derayê hatibû bilindkirin, wek gavekê ku gefê li mana hêzên Esed li wan deveran dixwe, ku ev çend meh in di bin destê wan de ye, ew jî piştî helmeteke leşkerî ya tund.
Wan çalakvanan hin wêneyên durişmên ku li ser dîwaran li dijî rejîma Esed hatibûn nivîsandin belav kirin. Wan kesên nenas ku navê “Seraya El-Muqaweme” li xwe kirbûn û hin nivîs li ser dîwarên bajar nivîvisandibûn, tê de gef li rejîma Esed xwarin, wek “Volkana Horan Tê”,herwiha nivisandina “Mirin ji şoreşger re nîne”
Ev yek di demekê de tê, piştî çend rojan ji armanckirina yek ji rêbendên rejîmê li bajêr, herwiha di vê mehê de hejmarek êrîş li dijî hêzên rejîmê li bajarên “Tefes û Dail û Senemên”, herwha li bajarokên “El-Kerek El-Şerqî û El-Yirêde û Xebaxib” hatin encamdan, û di encamê de hejmarek leşkerên rejîmê hatin kuştin û birîndarkirin.
Tevgera Şoreşgerî li Dera ji meha derbasbûyî de tevî ku ewlekariya rejîmê ya tund zêde bûye, û ev yek jî ku berya niha serokê Desteya Danûstandkar ya Sûriyê Nesir El-Herîrî gotbû ku “Tevger careke din ji jêr kavil û wêraniyê derket, da dengê xwe bighîne tevahiya cîhanê”.
Ji aliyê xwe , Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mustefa, tekez kir ku şoreş “ranaweste”, û gelê Sûriyê “Qebûl nake ku dev ji azadiyê berde”.
Li hin deverên cuda li Parêzgeha Derayê, durişm li ser dîwaran li dijî rejîmê hatin nivîsandin, herwiha xwepêşandanek li navenda Der`ayê derket, û ev yek tekez dike ku şoreş berdewam e heta ruxandina rejîmê.
Jêder: Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê