Roja Duşemê 8ê tebax ê Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS civata xwe ya normal li bajarê Qamişlo li dar xist, têde rewşa siyasî ya Sûriyê bi tevayî hate gengeşkirin li gor tekeziya Mihemed Şiwêş endamê emîndariyê ji malpera me re.
Şiwêş ragihand ku vexwendina wezîrê karûbarê derve yê Erbistana Si’ûdî ji aliyên rikberiya Sûrî re mijara sereke bû di gengeşeya endamên emîndariyê de, Şiwêş got ku wê emîndariya ENKS danûstendinan bi aliyên navdewletî re bike da bihêlin Encuman karibe weke nûnerê gelê kurd di çarçoveya nû ya rikberiyê de beşdar bibe .
Derbarê mijarên rêxistnî yên ENKS de Şiwêş diyar kir ku emîndariyê dawiya vê heyva Tebaxê ji bo li darxistina civata encumanê destnîşan kirin, û komîtek şopandinê ji bo pirsgirêka “Şepêla Pêşeroj” destnîşan kir, da encuman biryarekê derbarê rewşa wan bide.
Hêjaye gotinê ku ENKS wê di demeke nêzde civata xwe li dar bixe da dema lidarxistina kongirê xwe yê çaremîn destnîşan bike.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê