Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriya ENKS roja yekşemê 31-3- 2019 li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal lidar xist.
Heyat Qiçço endama emîndariya giştî ya ENKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku civata wan çalakiyên xwecihiyên ENKS di heyva Avdarê de nirxandin, û di heman mijarê de civatê kiryarên çekdrên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD li dijî alîgirên Encumanê di roja Jinê û 12 Avdarê de şermezar kirin.
Qiçço diyar kir ku civatê karê nivîsgeha têkilyên derve û ya serokatiya ENKS û dîdarên wan li gel berpirsên Ewripî û Emerîkî gengeşe kirin, û civet hevdeng bû li ser ku divê ev hevdîtin berdewam bin, û welatên zilhêz piştgirên mafê gelê Kurd li Sûriyê bin.
Endama emîndariyê ragihand ku civatê tekez kir ku pêwîste li herêma rojhilatê Ferat herêmeke aram di bin serperştiya Netewên Yekbûyî de bê avakirin û ezmûna Efrînê neyê dûbarekirin.
Di heman demê de civatê xwecihiyên ENKS agahdar kirin ku pêwîst e di çalakiyên xwe de berdewam bin û bi taybetî lidarxistina simînarên cemawerî.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî