Encûmenên Xwecihiyên herêma Efrînê ragihandin ku roja 21 adarê bêhnvedanek fermî ye li herêmê û cejna Newrozê li gelê Kurd li Sûriyê û li hemû cîhanê pîroz kir.
Encûmenên Xwecihî yên herêma Efrînê roja şemiyê 15 adarê di daxuyaniyekê de ragihandin ku cejna Newrozê di 21 adarê de bêhinvedaneke fermî ye li tevaya herêmê.
Her wiha Encûmenên Xwecihî tekez kirin ku cejna Newrozê cejna biratî û azadî û aştî û hezkirinê ye, û em cejna Newrozê li gelê Kurd li Sûriyê û li hemû cîhanê pîroz dikin.
Encûmenên Xwecihiyên herêma Efrînê gazî gelê Efrînê kirin ku roja Newrozê pîroz bikin, lê xelk hişyar kirin ku hemû li cihekî kom nebin ji ber sedemên ewlehiyê.
Û ji bo agirdadanê roja 20 adarê ,Encûmenên Xwecihî daxwaz kirin ku mûm û find li ser xaniyan werin vêxistin li şûna vêxistina agir li kolanan û li nav dar û malan.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî