Encumena Hemaya Azad û ya bajarokê Eqêrbat li naverasta Sûryê, bang li rêxistinên mirovî kirin ji bo alîkariyên bilez ji bidehan ji derbiderên ji encama êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya re pêşkêş bikin.
Û Encumana Hema ya Azad ya li naverasta Sûriyê doh daxwaz ji saziyên mirovî kir ji bo alîkariyê bidin 342 malbatên derbider yên di kampên başûrê Idlibê de ne, û hewcedariya wan a bilez bi avê û nan heye.
Û endamê Encumana Hema ya Azad, Xalid Alhiweyan, ji ajansa Smart ya ragihandinê re got ku 342 malbatên ji gundewarê Hema yê rojhilat ji berî salekê ber bi devera Xan Şêxûn ya Idlibê de çûbûn, careke din ji ber bombebarana Esed û rûsiya reviyane, ber bi koma kampên “Xurbê” ên rojavayê bajarê Me’eret Elmu’man de derbider bûne, û ew malbat derdê kêmbûna ava vexwarinê û nan û konan dikşînin.
Herweha Encumana Xwecihî ya Eqêrbat ya rojhilatî Hemayê li naverasta Sûriyê, ji rêxistinên cihanî xwest ku yekser destêwerdanê bikin , ji bo bihêlin derbider ji bajarokê wan derbasî parêzgeha Reqa li bakur- rojhilatê Sûriyê ya di bin kontrola milîtanên Qesed de ye bibin.
Û serokê encumana xwecihî ya bajarokê Eqêrbat, Ehmed Elhemûrî, ji ajansê re tekez kir ku 10 malbatên hajmara wan dibe 45 kes, û piraniya wan jin û zarok in , û berê de ji bajarê Dana ya Idlibê derbider bibûn, û careke din derbiderî Reqayê bûne ji encama pirkirina êrîşên Rûsiya û Rêjîmê, lê Hêzên Qesed nehiştibû derbas bibin; ji ber nebûna kesekî ku ji wan re bibe kefîl.
Û encumana xwecihî ya Eqêrbat di daxuyaniyeke xwe de amaje kiribû ku ew malbatên derbider ji berî heftiyekê de li nêzî rêbenda “On Aldadat” li devera Minbicê bicî bûne, li bendî destûrdanê ne ji bo nderbasî parêzgeha Reqayê bibin, û rewşa wan rojbiroj xerabtir dibe.
Ew derbiderbûna dawiyê ya nişteciyan ji encama pirkirina êrîşên leşkerî yên Rûsiya û Esed bûn, dema bidehan mûşek û avêjtok û bermîlên tenqîner bi ser deverên corbecor ên parêzgeha Hema û Idlibê de berdan, û di encamê de bidehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn, û hejmarek derver wek deverên bobelatê hatin ragihandin, û hejmarek ji navendên xizmetguzariyê jikar ketin, û bihezaran ji sivîlan ji xizmetên sereke bêpar man.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê