Emîndariya giştî ya encûmena niştimanî kurdî girtina herdu serpereştên partiya yekîtiya kurdî ji hêla milîtanên PYD ve li bajarê Rimîlan yê bi ser bajarê Hesekê ve pirotesto kir.
Emîndariya giştî ya encûmenê di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ko milîtanên bi ser partiya yekîtiya dîmuqrat PYD ve, dora demjimêr 10 roja înê 07.09.18 mala serpereştê partiya yekîtî kurdî birêz Ferhan Merî li Rimêlan dorpêç kirin, di dema ko çend hevalên wî serdana wî kiribûn bi sedema ko operasiyona qestera dil çêkiribû, di çûna wan de du hevalên partiya yekîtî Salih Merî û Erefat Ebdo endamên komîta navendî girtin, û ew bi aliyekî nediyar ve birin.
Di dûmahiya daxuyaniyê de emîndariya giştî tekez kir ko ev kirdeyên bêberpirsiyarî encûmena niştimanî kurdî ji tekoşîna wê sar nakin, û dê di rêya xwe ya tekoşînê û pirojeyê netewî kurdî berdewam be, û daxwaz ji hêzên Kurdistanî û yên navdewletî kir bo rê li ber van kirdeyên dijî hemû piransîp û yasayên navdewletî bigirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê