Îro duşemê 12.03.2018 li Ûrfa Encûmena Niştimanî Kurdî digel nûnerên deh dewletan ji nav wan jî hin dewletên Yekîtiya Ewropî civiya ji bo rewşa herêmên Kurdî li Sûriyê gengeşe bikin.
Şandek ji Encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî Kurdî ya Kobanî digel nûnerên (Firensa, Elmanya, Danîmark, Emerîka, Holanda, Ostiralya, Siwêd, Nerwîc, Keneda û Nûzîlanda, hem jî nûnerên Yekîtiya Ewropî) civiya û gotûbêj li ser rewşa Efrînê çêbû û çawa karibin sivîlan di şer de bêlayen bikin û alîkariya wan bibe tako li mal û milkên xwe vegerin û piştgiriya wan bibe.
Aliyê Emerîkî amadebûna xwe diyar kir ko dê piştgiriya pêşmergên roj bike çimkî ew hêzeke kartêker e di birêvebirina civakê de di qonaxa dahatî de, û tekez kir ko Waşinton dê piştgiriya hêzên siyasî û sivîl bike bi amanca piştgiriya geşepêdan û pirojeyên li bakurê Sûriyê..
Şanda nûnerên dewletan gotin ko peywendiya wan digel Partiya Yekîtiya dîmuqratî tenê bo şerê Daiş e.
Ji aliyê xwe ve jî şanda Encûmena niştimanî kurdî ya Kobanê xweşhaliya xwe bi vê pingavê anî ziman û got ko ew amade ne hevkariyê digel hevpeymana navdewletî bikin tako aramî û hêminî li herêmê vegere.
Şanda Encûmenê got ku giring e her pêkhatiyek ji pêkhatiyên Sûriyê herêma xwe birêve bibe û dûrî tundrewiya olî û netewî bikevin.
Gengeşe du demjimêran berdewam kir , û herdu aliyan li hev kirin ku ev hevdîtin berdewam bin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê