Nûnerê Encûmena Niştimanî Kurdî li Ewropa Rêzan Şêxmûs ragihand ko Nûneritiyeke Encûmenê li Belcîka hat vekirin.
Şêxmûs got ku amanc ji vekirina vê nûneritiyê aktîvkirina hevgihandinê navbera Encûmenê û revenda kurdî ye, hem jî gihandina dengê Kurdan bo perlemanê Ewropî.
Şêxmûs bal kêşand ser azadiya karê siyasî li Ewropa, û amaje bi astengiyên PYD ji çalakiyên Encûmenê re li hindirê welat çêdike kir.
Ji aliyê xwe ve seroka nûneritiya Encûmena Kurdî li Belcîka Rofind Temo got ko endamên nûneritiyê 12 endam in, û kar di nav wan de hatiye dabeşkirin, li gor ku nivîsgeha ragihandinê û ya jinê û yên din bên birêvebirin. Temo destnîşan kir ko dergehê nûneritiyê li ber kesên ko bixwazin tevlê bibin vekirî ye.
Tê zanîn ko Encûmena Niştimanî Kurdî çend nûneritiyên wê li Ewropa hene, wek ya Elmanya, Nemsa, Holenda, Siwêd, Birîtanya û Nerwêcê.
Jêder: Kurdistan 24- Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragihandinê