Encumana Niştimanî ya Kurd binçavkirina “ Siûd Mîzer Alîsa” endamê Şepêla Pêşeroj her weha endamê Encumana xwecihî ya ENKS ya Dirbêsiyê, di 27 heyva mijdara 2019, li ser destê girûpek çekder a bi ser PYD ve şermezar kir.
Encuman got ku ev girtin û kiryarên kotekî yên dijî nirxên demoqrasî û mirovahiyê, dijî gotinên PYD ne, yên pê daxwaza yekhelwest û yekrêziya mala Kurdî dikin.
Û Encuman daxwaz ji PYD kir ku yekser “Siûd Alîsa” û tevaya girtiyên siyasî û çalakvan û xwedanên nerînan ên ku di girtîgehên PYD de serbest berde, û dawî li van kiryarên kotekî bîne.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî