Şeşemîn salvegera terorkirina yek ji stûnên şoreşa Sûriyê Mişel Temo îro li roja înê 08.10.2017 an ji aliyê nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî û Şepêla pêşeroja kurdî li bajarê Stembolê li Tirkiyê hate vejînkirin.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulbasit Hemo di vê helkeftê de li ser rewştê rewanşad û giyanê wî yê şoreşgerî axivî û amaje bi rola wî ya karîger di hest û dilê şeqama kurdî de kir.
Ji aliyê xwe ve, Mensûr Atasî serkirdeyê partiya Çep a Sûrî di peyvekê de cext li ser giringiya wê yekê kir ku pêwîst e xelkê Sûriyê ji rewişt û niştimanperweriya Mişel Temo hîn bibin, nemaze ku Rijêmê û hevalbendên xwe karîn pêkhateyên civaka Sûrî ji hev dûr bikin, û bal kişand li ser giringiya şopandina rewştên nemir Mişel li hember pilanên Rijêmê û peyayên wê.
Herwiha bi vê helkeftê peyv û gotar ji aliyê Şepêla Pêşerojê û Tevgera Çaksaziya Kurdî û peyvek bi navê Partiya Demokrata Kurdistan ya Tirkiyê û Partiya Yekîtiya Demokrata kurdistanê hatin pêşkêşkirin, ku di wan peyv û gotaran de amaje bi ked û xebat û helwestên wî yên biwêr û qonaxên jiyana ku tê re derbas bûyî hat kirin, nemaze piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê.
Her weha çend helbest ji aliyê Bavê Helepçe ve hatin pêşkêşkirin
Jêder: Beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî