Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe de êrîşa terorîstî ya rejîma Îranê li dijî navçeya Koye û binpêkirina serweriya Herêmê û bombebarankirina navendên herdu beşên Partiya Demokrata Kurdistanê û herweha sêdaredana sê xortên kurd şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat ku “rejîma Îranê berdewam e di belavkirina terora xwe bi hemû awayan, û li serê sibeha şemiyê 8/9/2018 bi awayekî hovane û bi binpêkirina hemû yasayên mirovî, sê xortên kurd bidarve kirin, bê ku guh bide bangewaziyên rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya navnetewî yên derbarê betalkirina hukmê berovajî hemû qanûnên însanî yê derheqê wan hatibû birîn, hevdem ligel van tawanên xwe herwiha rabû bi bombebarankirina baregehên Partiya PDK Îranê (HDKI) û Partiya Demokrata Kurdistan (HDK) li navçeya Koye li herêma Kurdistanê bi mûşekan bi rêya balafirên kontrolkirî, di dema ku rêberiya partiya (PDK) di civîneke xwe ya asayî de bû, û bû sedema şahadbûna hejmarek ji endam û kadroyên partiyê, şeş rêberên wê partiyê di nav de bûn, û birîndarbûna Sikertêrê wê Mistefta Mewlodî û Sikirtêrê berê Xalid Azîzî û bi dehan têkoşerên din, û zêdebarî birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl yên navçeyê û wêrankirina malên wan”.
ENKSê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku navudengê Îranê li dinyayê bi xirabî û terorê belav bûye. Li ser destê vê rejîma dîktatorî bi rêya destêwerdan û mudaxeleyên di karûbarên welatan de, aboriya welatê xwe ji bo belavkirina şer û terora xwe li herêmê mizaxtiye, û got ku rejîma Îranê bi hemû tawan û êrîşên xwe nikare îradeya gelê azadîxwazê kurdistanê û berxwedana li dijî terorîstî û stemkariyê û daxwazên bidestxistina mafên netewî yên rewa bişkîne.
ENKS’ê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji herdu partiyên bira re anî ziman û piştrast kir, û sersaxiya malbatên hemû şehîdan kir û saxlemiyeke bilez ji birîndaran re xwest, û bang li civaka navnetewî û azadxwazên cîhanê kir ji bo bi rastî di rûyê vê rejîma hov û xerab û terora wê ya li dijî gelên herêmê û gelên Îranê derkevin, bi taybetî ya li dijî gelê kurd li Kurdistana Îranê, û herwiha ji bo bidawîkirina zincîra bidarvekirina têkoşer û xortên Kurd.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê