Encûmena xwecihî ya parêzgeha Dêra Zorê daxuyaniyek derxit tako xelkê têbigehîne ko rêkxistinên mirovî kêmasiyê di karê xwe de dikin, û sedemên rawestandina karê Encûmenê bo 24 demjimêran ji ber neguhdana rêkxistinên navdewletî yên mirovî bi derdê derbideran û guhnedana alîkariya wan pirotesto kir.
Encûmena xwecihî ya bi ser desthilata Sûrî ya demkî ve di daxuyaniya xwe de diyar kir ko di bidawîhatina dema rawestandinê de eger rêkxistinên mirovî bi karê xwe ranebin anko cîbicîkirina pirojeyên wan yên bo alîkariya derbideran bê cudahî nebe, wê Encûmen dev ji kar berde.
Daxuyaniya Encûmenê got ko wê bi gelek rêkxistin û aliyên navdewletî yên piştgiriya dosya Sûrî dikin re danûstandin kiriye, lê yekî jî ji wan sozên xwe bicih neanîne, û baldêrî da ko tiştê hin rêkxistinên xwecihî an yên navdewletî pêşkêş dikin, ew ji pirojeyên wan ên berê ne.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de anî ziman ko hejmara derbiderên parêzgehê nêzîkî 350 hezarî ye, ji wan 250 hezar li herêmên kontrola QSD li Hesekê û Reqayê belavkirî ne, û 110 hezar derbider li herêmên kontrola Dir’ih Elforat li bakurê Helebê ne.
Berê jî Encûmena xwecihî ya Dêra Zorê di destpêka çêriya pêşî ya borî de daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Emîndariya giştî ya Netewên Yekgirtî û serpereştiya hevpeymana navdewletî ya li dijî Daişê kiribû ko sivîlan bêlayen bikin û wan biparêzin.
Bi sedema bombebarana asmanî ya tund û pevçûnên di navbera hêzên Esed û rêkxistina Daiş ji alîkî ve, û ji aliyê din yên di navbera Daiş û milîtanên QSD, bêtir ji 380 hezar kesî ji gund û bajarên xwe ji parêzgeha Dêra zorê derbider bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî