Thursday, 11 April 2019 16:51

Encumena Xwecihî ya Bajarokê Altiman'ha li Idlîbê, Bajarok wek Devereke Bobelatê Ragihand ji ber Bombebarana Hêzên Rejîmê û Rûsyayê

Bajarokê Altiman'ha yê li başûrê parêzgeha Idlibê bû deverek bobelatbûyî bi sedema topbarana rasterast ya hêzên Esed û Rûsya ya bi dehên top û mûşekan di kêmtir ji 48 demjimêran de.

Duhî roja çarşemê, li gorî encumena xwecihî ya "Altiman'ha", bajarok di du rojên borî de ji aliyê hêzên Esed Rûsya bi zêdetir ji 300 top û mûşekan hat topbarankirin.

Di daxuyaniyekê de ji bo ajansa "Smart", ofîsa ragihandinê ya encumena xwecihî ragihand ku bajarok ji aliyê serbazgehên rejîmê li gundên "Abu Omar" û "Ma'an", û herwiha ji herdu serbazgehên Rûsiya "Qibiyat Abu Huda" û "Abu Dali" hat topbarankirin.

Ofisa Ragihandinê got ku piraniya navendên giring yên li bajarok, wek dibistan û xalên pizîşkî û avahiya şaredariyê û qereqola polîsan û tora av û elektrîkê bi timamî ji kar ketine, û rêjeya wêraniyê li nava bajêr bi nêzîkî 90 ji sedî hat texmînkirin.

Herwiha encumena xwecihî ya bajarokê "Altiman'ha" di meha sibata îsal de jî bi bajarokekî wêrankirî ragihandibû, ji ber bombebarana hêzên rejîmê û Rûsya, û di wê demê de wek sêyemîn bajarokê wêrankirî hat piştî bajorkên "Altih" û "Crzinaz", ji ber êrîşa dawiyê ya hevalbendiya rejîmê li ser gund û bajarokên başûrê Idlibê.

Ku hêzên rejîmê û Rûsyayê berdewam in li ser topbarana parêzgeha Idlib û bakurê Hemayê, tevlî berdewamiya peymana Idibê.

Gundewarên Idlib, Hema û Helebê gelek caran ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya bombebaran dibin, tevî ku di teksta Peymanê de rêkeftin li ser agirbestê û avakirina herêmeke bêçek bi pehnayiya 20 k.m heye, di dema ku hêzên rejîmê bi peymanê pabend nabin, û hêjî herêmên rizgarkirî topbaran dikin.

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Encumena Xwecihî ya Bajarokê Altiman'ha li Idlîbê, Bajarok wek Devereke Bobelatê Ragihand ji ber Bombebarana Hêzên Rejîmê û Rûsyayê