Encûmena xwecihî ya bajarokê Eqêribat ya bi ser parêzgeha Hemayê ve li orta Sûriyê, ragihand ko bajarok û gundine din dibin herêmine wêrankirî, û hişyarî da ji “bobelateke mirovî”, û daxwaza vekirina rêbuhêrkên aram ji sivîlan re kir.
Serokê Encûmena xwecihî Ehmed Elhemewî got ku gund û bajarokên Eqêribat, Sûha, Hemad Omer, Resim Elewabid, Ebû Elhenaya, Ebû Hebîlat û Um Elrimêl, tev de bobelat bi ser wan de hatiye û heyberên bijîşkî û dermanên nexweşiyên demdirêj wek nexweşiya şekir û bilindbûna tansyona xwînê nîn in, û heyberên xwarinê jî bi taybetî şîrê zarokan û nan tune ne.
Elhemewî bang li hemû aliyên navdewletî kir ko rêbuhêrkên aram ji sivîlan re vekin tako sivîl ji gundên bobelatkirî yên di bin kontrola Daiş de ne derkevin, her weha banga hawarhatinê da rêkxistinên mirovî û yên hawarhatinê ji bo piştgiriya pêdivî ji xelkên gundewarê Hema yê rojhilat yên li parêzgeha Idlibê ne re pêşkêş bikin.
Serokê Encûmenê ya ko cihê wê li bajarê Sermeda ye, bi sedema ko Daiş ji 3 salan ve herêm Kontrol kiriye destnîşan kir ko sivîlên birîndar bi turumbêlan tên veguhestin ber bi bajarê Meyadîn ve li parêzgeha Dêra Zorê yê ko nêzîk 300 km dûrî wan gundan e, çimkî navendên bijîşkî nîn in û rêkxistina Daiş jî guhdanê li çareseriya sivîlan nake.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeke rojnamevanî berî du rojan derxistibû, tê de tawankarî û pevguhertina rolan navbera rêjîma Esed û rêkxistina Daiş ya tirorist de derbarê sivîlên Sûrî de pirotesto kir, û tekez kir ko rêjîm û çeteyên bi ser ve berpirsiyariya tekûz ya wan kirdeyan û tiştê li Sûriyê çêdibe ji dagîrkeriyê, tiroristî û wêraniyê hildigirin.
Li gundewarê Hemayê yê rojhilat şer di navbera rêjîma Esed û rêkxistina Daiş de heye, her weha gund û bajarokên parêzgehê rojane ji hêla rêjîmê û yên Rûsya bombebaran dibin, û piraniya qurbaniyên wan êrîşan ji kuştî û birîndaran sivîl in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Simart