Encûmena xwecihî ya gundê Elteh li gundewarê Idlibê bang li rêkxistinên mirovî kir bo alîkariya derbiderên gund yên ko ji ber bombebarana rêjîmê ber bi herêmên bêtir aram ve reviyane bike.
Serokê Encûmenê Mûsa Elsiltan di daxuyaniya bo acansa Simart de ji rêkxistinan daxwaz kir ko ber bi zevî û gundên derdorê ve biçin bo alîkariyan ji derbideran re pêşkêş bikin ko ew tu rê li ber wan bo jiyanê di zivistanê de nîn in.
Birêveberê ofêsa hawarhatinê ya Encûmenê Mihemed Eleyûb got penaberên ko rêjeya wan gihaye 80% ji niştecihan, pêdiviya wan bi çadir, mazot û xizmetên tendiristiyê heye, ko hemû xizmetên mirovî bi sedema bombebaranê rawestiyane.
Daxuyaniya ‘’tîma hevrêzkar ya alîkariyê li bakurê Sûriyê’’ tekez kir ko dora 7000 malbat ji bajarok û gundên Circinaz û Elteh û Um Celal û Um Xelaxil û Elfercê û Sehal û yên din ji encama bombebarana rêjîmê ya berdewam ji çend hefteyan ve derbider bûne.
Hevbendiya Niştimanî bombebaran pirotesto kir, û got ku hemû aliyên civaka navdewletî berpirsin bo cîbicîkirina peymana Idlibê û pêşvebirina pêvajoya siyasî, û bal kişand ser ko amanckirina peymana Idlib’’ lîstika bi agir e.‘’
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko cîbicîkirina peymana Idlibê erk e li ser milê hemû aliyên têkildar, û derfet ji piştguhkirinê re nîn e, tako nehêlin bobelateke mirovî çêbibe, û ev ji civaka navdewletî tê xwestin ko ji dil tevbigere da fişarê bide ser rêjîmê û hevalbendên wê, û kar bibe bo pirosesa siyasî bipêş ve bibin, û pêvajoya Cinêvê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî li gora biryarên navdewletî yên têkildar dîsa zindî bikin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî