Piştî girtina nivîsgehên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê “ENKS” ji hêla çekdarên Partiya YekîtIya Dîmuqrat PYD ve, ENKS yekemîn civata xwe ya normal roja Înê 17-3-2017 li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di civatê de hejmarek mijar hatin gengşekirin û hin biryar hatin stendin, li gor ragihandina Fesla Yûsif cîgira Serokê ENKS di kongirekî rojnamevanî de piştî ku civat bi dawî bû.
Fesla Yûsif ragihand ku civatê belgeya desteya bilind ya danûstendinan ya rikberiyê gengeşe kir, û hin têbînî derbarê pirsgirêka gelê Kurd ji civata desteyê re ya wê di 18 vê heyva adarê de bê lidarxistin şand, û got:”civata me nameyek ji Hevbendiya niştimanî re şand têde doz li Hevbendiyê hat kirin ku di hemû civatên rikberiyê de û civatên navdewletî de bervaniyê di ber doz û daxwaza gelê kurd de li Sûriyê bike“.
Cîgira Serokê ENKS diyar kir ku civetê kiryarên PYD bi tundî şermezar kirin û soz da gelê kurd ku girtina nivîsgehan wê nebe kelem li pêş xebata ENKS.
Di heman civetê de girêdana kongirê çaremîn yê ENKS hate gengeşekirin lê dema li darxistinê nehat diyarkirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê