Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS roja Şemiyê 22-9-2018 li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal bi amadebûna 59 endaman ji bilî nûnerên Efrînê li gor agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê li dar xist.
Derbarê doseyên ku civatê gengeşekirin Ebdulsemed Xelef Biro endamê desteya serokatiya ENKS ji me re diyar kir ku civatê hejmarek mijarên siyasî û rêxistnî giftûgo kirin, “di destpêka civatê de rapora siyasî hat xwendin û endamên ENKS li ser wê raporê bi firehî sekinîn, her weha gengeşekirina dîdar û hevdîtinên nivîsgehên ENKS li gel aliyên navdewletî û herêmî“.
Endamê desteya serokatiya ENKS balkişand ku civatê doz li Hevbendiya Niştimanî kir ku pabendiyê bi rêkeftina di navbera wê û ENKSê de bike û bervaniyê di berde bike, û di heman civatê de doz lê kir ku bersiva nameyên wan bide û bi taybetî ya guhertina nûnerên ENKS di desteyên Hevbendiyê de.
Biro balkişand ku rewşa Efrînê jî hat gotûbêjkirin û civatê biryar da ku encumanên xwecihî bêtir çalak bibin û karan li hember binpêkirinên PYD û hêzên rikberiyê li Efrînê bikin.
Tê zanîn ku hejmarek mijarên rêxistnî di civatê de hatin gengeşekirin, û hin biryar hatin stendin û hin mijar jî ji bo civata Emîndariya giştî hatin li paşxistin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê