Derbarê qedexekirina çekdarên PYD ji lidarxistina simînareke rewşenbîrî re, Emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS daxuyaniyek belav kir.
Roja Yekşemê 15-9-2019 dema ku amadkariyên li darxistina simînareke rewşenbîrî li navenda xwecihiya Kornîş li bajarê Qamişlo li dar bû, çekdarên PYD derbasî navendê bûn û serokê xwecihiyê Qedrî Can binçav kirin lê piştî çend demjmêran ew serbest berdan.
Emandariya giştî ya ENKS bi tundî kiryarên çekdarên PYD derbarê qedexekirina li darxistina simînara rewşenbîrî û binçavkirina serokê xwecihiya Kornîş şermezar kirin.
Di heman daxuyaniyê de hat ku “ev kiryar dûrbûna PYD di nava civata Kurdî de afirandiye cîbicî dike, û ew cihê şermezariyê ye li cem ENKS”.
Daxuyaniya ENKS bal kişand ku rojane berpirsên PYD doza vekirina nivîsgehê ENKS û partiyên wê dikin û di heman demê de rê li ber çalakiyên wan digrin û qedexe dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî