Hunermendê wênesaz û karîkaturîstê Sûrî Ali Farzat, bi Xelata Ewrupî “Sakharov” ya azadiya bîr û raderbirînê ya ku Nelson Mandela ji berê standibû hat xelatkirin, li ser helwestên wî yên şoreşgerî û tabloyên wî yên ku zordariya rijêma Esed ya bi dirêjahiya dehên salan li dijî gelê Sûriyê diyar dikin.
Ferzat ji aliyê hêzên rejîmê sala 2011 hatibû revandin, ji ber tabloyên wî yên alîgiriya şoreşê, û rastî lêdan û eşkenceyê hat û tiliyên wî şikandin, da nema wêneyan saz bike.
Farzat bi rêya malpera xwe ya Facebookê weha nivîsandiye: “Ez şanaz im bi xelata Saxarov ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo berevaniya Azadiya fikir û ramanê, ku berê bo Rêberê Gelê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela hatibû dayîn”.
Wek derbirînekê ji serbilindî û dilxweşiya xwe li ser bidestxistina vê xelata binirx, Farzat ji rojnamaya “Ineb Beledî” re got: ” Ev xelat wek Xelata Nobelê tê dîtin li ser asta Ewropayê, bi taybetî ku rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela ji berî niha pê hatibû xelatkirin.”
Wek piştrastkirin ji helwesta wî ya piştgiriya şoreşa Sûriyê û artêşa azad re, hunermend Farzat bi helkefta destpêkirina kampanya “Artêşa Azad bijardeya me ye” di meha çirya paşî 2016 de peyivî û got: “Navên Artêşa Azad û Sûriya azad yek in, ew tacek in, raserî simbilên genim, zeytûn û yasmînan, wek heyveke ronîdayî ye li asîmanekî bi stêrên şehîdan xemilandî. “
Tê zanîn ku piştî êrîşa fîzîkî li dijî hunermend Farzat û şikandina tiliyên wî di sala 2011 de, di sala 2016 de girtibûn ser mala wî jî li Şamê û tabloyên wî jî rastî êrîşan hatin, Ferzat ê ku ji sala 2011 de dest ji şamê berdabû, piştî ku ji aliyê Şabîhên rejîmê li nava Şamê hatibû revandin.
Hunermend Farzat di sala 2011 de bi xelata “Mîr klaus”ya parêzvanên mafên mirovan hatibû xelatkirin, ligel Rezan zeytûne û Esma Mahfouz ji Misrê, û Al-Zubair Ahmed Al-Sanusi ji Lîbyayê, Mohamed Bouazîzî ji Tunisê.
Herwiha Holenda di sala 2017 de, wêneyê Farzat, yê ku bi karîkaturên xwe yên herî balkêş li dijî rejîma Esed tê naskirin, xisibûn pirtûkên rêbaza xwendinê de, û di mijareke pirtûkê de behsa çîroka jiyana Elî Ferzat bi zimanê Holendî hatiye kirin.
Xelata “Sakharov” ya azadiya ramanê, ji aliyê Parlementoya Ewropayê di çileya 1988 de hatiye damezrandin, ji bo xelatkirina saziyan an kesên ku jiyana xwe ji bo parastina mafên mirovan û azadiya ramanê terxan kirine. Û ew xelat bi navê çalakvan û zanayarê otomî yê Sovyetî Andrea Sakharov hatiya binavkirin.
Hêjayê gotinê ye ku hunermend û karîkaturîst Ali Farzat li Hama di 1951 ji dayik bûye, û paş re bû navekî cîhanî piştî bidestxistina hejmarek xelatên erebî û navnetewî, herweha weşandina karîkaturên wî di gelek rojnameyên biyanî û Erebî û Sûrî de, û weşandina rojnameya “Domarî sala 2000 li Sûriyê “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat