Bi dehan kes şehîd ketin, bi piranî jin û zarok bûn, bi bombebaraneke balafirên Rûsya û rijêmê bi çekên corbecor li ser gundên ser sînorî yên herdu parêzgehên Der’a û Qunêtra.
Media herêmî tekez kir ku vê sibê li bajarê “Newa” bi dehan êrîşên esmanî li ser taxên nişteciyan ji aliyê balafirên şer û hilîkopterên rejîmê û hevalbenda wê Rûsya ve hatin pêkanîn, û têde zêdetir ji 19 sivîlan hatin kuştin, jin û zarok di nav wan de hene.
Çalakvanan got: ku xwendingeha gundê “Eyn el-tînê” li Qunêtra, bi mebest û bi awayekî rêbazkirî, ji aliyê balafirên şer yên hêzên Esed hat armanckirin, û têde 19 kes hatin kuştin, zarok û jin di nav wan de hene, û bi dehan birîndar ji malbatên koçber yên reviyayî ji bombebaranê ji deverên nêzîkî parêzgeha De’rayê têde bicî bibûn.
Hevdem li gel berdewamiya zêdegaviyên leşkerî li ser herêmê, ji aliyê hêzên Esed û firokên Rûsyayê li bajarê Alia yê li bakurê rojavayê Der’a, komkujiyeke din hat pêkanîn û têde şeş sivîl hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Rêveberekî nexweşxaneya “bajarokê Refîd” li Qunêtra ji “Smart” re diyar kir û got ku wan pêşwazî li zêdetir ji 30 kesê birîndar kir, di nav de birîndarên bi giranî ji encama bombebaranê hebûn, hevdem ligel kêmbûna dermanan li nexweşxaneyê.
Ev bombebarana berfireh bû sedema jikarketina nexweşxaneyê ya bi tenê li bajarê “Newa” li gundewarê Der’ayê, lewra niştecîhan birîndarên xwe ber bi cihên dûr ji bo dermankirinê rakirin.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê, bêzariya xwe li hember bêdengiya navnetewî li ser tawanên Şer li dijî herêmên Sûriyê diyar kiribû, û herwiha bang li Konseya Ewlekariyê kiribû ku li dijî van tawanên bi armanca guhertina demografî û koçberkirina bi darê zorê li herêmên Sûriyê dibin derkeve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê