Bazirganên bajarê “Munbicê” dergehê dikanên xwe girtin ji ber kuştina du welatiyên sivîl, li pêncşema borî, di bin îşkenceyê de bi destê milîsên “PYD”.
Ajansa Anadol got ku gaziya ji bo girevê ji aliyê çalakvanên Sûriyê li ser malperên medyaya civakî hatibû, ji bo pirtostokirina kiryarên wan milîsan, û nerazîbûna li ser kuştina sivîlan dibin îşkenceyê de bûn.
Ajansê li ser zarê çavkaniyên xwecihî ragihand ku çekdarên “PYD” dikanên girtî bi riya şikandina kilîtên deriyên wan vedikin, wek hewildanekê ji bo betalkirina greva bazirganan.
Bi sedan sivîl ji Munbicê li deşta rojhilatê Helebê, di roja înê de, derketin xwepêşandanekê ji bo pirotestokirina kuştina du kesên ciwan dibin îşkenceyê de di girtîgehên wan milîsan de.
Ji aliyê din, civata bilind ya hoz û e’şîrên ereban, di daxuyaniyekê de, kuştina du ciwanên Munbicê bi destê çekdarên “PYD” di bin îşkenceyê de şermezar kir, û bal kişand ku ji demeke dirêj ve ev milîs tawanan pêk tînin.
Ku ji aliyê xelkê bajêr li roja pêncşema borî, termên du ciwanên bi navên “Henan Elcerî” (25 salî), û “Abboud elMehnan” (23 salî) hatibûn dîtin, yên ji aliyê milîsên “PYD” ve hatibûn binçavkirin, û hin çavkaniyan ji ajansa Anadol re diyar kiribûn ku nîşanên îşkenceyê li ser herdu terman hatine dîtin, û yek ji wan bê serî bû.
Çavkaniyan, daxwaz kiribûn ku navên wan ji ber sedemên ewlekariyê neyên aşkerekirin, gotin ku cenazên li taxeke gundê “Qebir Îmo”, li nêzîkî çemê Firatê, 20 kîlometran li rojhilatê Munbicê hatibûn dîtin, ji bo nexweşxaneya niştimanî ya bajêr hatin veguhestin.
Û gotin ku xizmên qurbaniyan ew naskirin, piştî balavkirina wêneyên wan li ser torên medya civakî, û bal kişandin ku pevçûnrke çekdarî di navbera xelkên tore û mîlîtanan de di navenda bajêr de çêbû, lê kes birîndar nebû.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya salane ya ji bo sala 2018 de, binçavkirina zêdetir ji 2500 welatiyên sivîl bi destê milîsên PYD dokument kiriye, û ew bi kuştina derdora deh welatiyan di bin îşkenceyê de tohmetbar kiriye, û mafnas wan bi wendakirina zêdetir ji 1500 kesî sûcdar dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê