Rêkxistinên civaka sivîl ya Sûrî ragehandin ko hêzên ewlehiya rêjîma Esed operasiyoneke girtinê pêktînin, têde kadirên bijîşkî li Humsê amanc kirine, bê ko çi sedemaên xuyanî ji wan girtinan re hebin.
Rêkxistinan di daxuyaniya xwe de diyar kirine ko hêzên rêjîmê dezgeh û nexweşxane li kampa Elaidîn ya penaberên filestînî li nêzîk Humsê têwerdan kirine, û çend bijîşk û berdestkên wan bêyî hebûna çi sedeman girtine.
Çalakvanên mafnasiyê gotin ku rêjîma Esed ji destpêka şoreşê ve sivîl û çalakvan û kadirên bijîşkî bêyî çi sedemên diyar girtine û bi gelek şêweyan êşkence kirine.
Koma kar ya ji bo penaberên Filestînî li Sûriyê, diyar kir ko rêjîma Esed 5 kadirên nexweşxana Bîsan li kampa Elaidîn li Humsê girtine, û got ku di hin girtinan de xwendekarên jin yên zankoyê, û çalakvan, û dayik tevli zarokan an bêyî zarokan girtine.
Û destnîşan kir ko ev operasiyona girtinê ne ya bi tenê ye, lê rêjîmê bêtir ji 187 penaberan ji kampê girtine, û kadirên bijîşkî yên filestînî li Sûriyê û jêrxana bijîşkî li çendîn kampên filestîniyan amanc kirine, û gelek navên kesên ko bi kotekî birine û di zindanên rêjîma Esed de veşartine li bal wan hene.
Her weha hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê operasiyonên rêjîma Esed yên nerewa derheqê sivîlan de pirotesto kirin, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko divê sivîl bêne berdan û dosya bête guhastin bo dadgeha tawankariyên navdewletî, û rewşên êşkencedanê derheqê sivîlan de bêyî dadgeheke dadwer eşkere bikin , û tekez kir ko divê yên tawankarên cengê kirine û azadiya mirovan asteng kirine bêne sizadan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî