Hêzên rejîmê helmeteke nû ya girtinê derheqê dijberên ku tevlî lihevhatinên bi zorê bûne li gundewarê Şam û Derayê pêk anî, û çalakvanan diyar kirin ku jin jî di wan helmetan de hatine girtin , û hişyarî derbarê bidarvekirinên meydanî dan, mîna pijîşk “Mutez Hitêtanî” yê ku li yek ji navendên vehewandinê yên ku xelkê Xûta berê xwe dabûnê hate kuştin.
Hin çalakvanên xwecihî diyar kirin ku hêzên rejîma Esed êrîşî malên hin dijberan li bajarê Rihêbê li rojhilatê Şamê kirin, û çar ciwanên ku lihevhatinên bi zorê encam dabûn girtin, herwiha hêzên rejîmê bi dehan ciwanên sivîl girtin, dema derbasî bajar û bajarokên Xûta Rojhilat û Qelemona rojava û rojhilat bûn, tevî gerantiyên Rûsiya ji fesîleyên leşkerî û sivîlan re , dema lihevhatina koçberkirinê.
Herwiha li Dera El-Beled hêzên rejîmê 40 kesên ku jin jî di nav wan de hebûn girtin, û jêpirsîn bi wan re kirin, û daxwaz ji wan kirin ku xetên xwe yên telîfonê yên ku berya kontrolkirina rejîmê ji tevahiya parêzgeha Dera re bikar tanîn, têk bidin .
Çalakvanên xwecihî hişyarî dan ji berdewamiya “Ketina davên sozên derew de ” yên rejîma Esed derbarê lêborîna wan kesên ku lihevhatina bi zorê dane, ku Rûsiya soza parastina wan daye, û Hevbendiya Niştîmaniya Dijberiya Sûriyê berya niha ev yek red kiribû, û dabû zanîn ku ev yek bi zora hêzê tê kirin.
Çalakvanan diyar kirin ku rejîma Esed ew rêkeftin li hin deveran binpê kiriye, û heta niha bi sedan kes girtiye, ku hin ji wan karmend bûn di Berevaniya Sivîl de, û çekdar bûn di artêşa Sûriyê de, herwiha karmendên Encûmenên Xwecihî û dezgehên hawarçûn û tenduristî bûn.
Hin medyayên xwecihî tekez kir ku hêzên Rûsî rê li ber hêzên rejîmê negirtin, da van operasyonan pêk neyne, û hin dezgehên hawarçûnê berpirsyaretiya vê yekê xiste stûyê Mosko, û da zanîn ku Rûsiya berpirsa yekeme di ber jiyana welatiyên sivîl de, ji ber ku ew rêkeftin bi gerantiya wê hatine kirin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê ragihand ku ev kiryarên derheqê welatiyên ku lihevhatin encam dane pêk tên; nerastiya Rûsiya derbarê pêşkêşkirina gerantiyê tekez dike, û da zanîn ku ev gerantî bêwate û bêbuha ne.
Hevbendiya Niştîmanî destnîşan kir ku dubarebûna van kiryaran derheqê dijberan li wan deveran, aliyê tarî yê rola Rûsiya herwiha lawaziya wê di pabendbûna rejîma Esed û mîlîsên mezhebî yên bi ser ve bi van rêkeftinan jî eşkere dike.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî/ Ajans