Bi destpeka demsala havînê ve û ber bi dawîbûna heyva remezanê jiyana welatiyan li parêzgeha Hesekê zehmet dibe bi taybet di warê xizmetguzariyê de.
Li gel rojên dirêj û pileyên germê yên bilind, welatiyên parêzgeha Hesekê nêzî 17 demjmêran rojî digrin tevlî nebûna elktrîkê û amarên hênikirina malan, beşekî ji welatiyan yên ku rewşa wan ya abûrî baş e motorên elktrîkê bikar tînin, lê jimara mezin ji welatiyan rewşa wan ya abûrî lawaze û rojiya xwe li gel pileyên germê yên bilind derbas dikin .
Îman Elî, welatiyek ji bajarê Amûdê ye, li ser vê kêşeyê ji malpera me re got: “di vê heyva remzanê de rewşa me pir xerab e û em elktrîkê di rojê de ji bilî du demjmêran nabîbin, û em rojiya xwe di germê de dibhurînin” .
Elî di axavtina xwe de diyar kir ku nebûna eliktrîk ew ji ava cemdî û alavên hênkirinê mehrûm kirine, û piraniya welatiyan bûzê bi nirxekî buha dikirin, ji bilî hin xêrxwazên ku avê li cîranên xwe belav dikin.
Li ser nebûna eliktrîkê û qutkirina wê, jêderekê ji rêveberiya eliktrîkê li bajarê Hesekê ragihand ku eliktrîk di destê rêjîma Esed de ye û ew dide deverna û ji ser hin deveran qut dike.
Heman jêderê tekez kir ku rêjîma Sûrî eliktrîkê dide taxên parêzgeha Helebê yên di dema dawî de ketin bin kontirola artêşa wan de, û diyar kir ku ji ber vê yekê eliktrîk ji ser bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê tê birîn.
Hêjaye gotinê ku di dema dawî de, tenê du demjimêran ji 24an eliktrîk heye.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê