Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Endamê Encûmena Niştîmaniya Kurdî Hesen Salih, di hevpeyvînekê de ligel Malpera Kurdistan 24, got ku rejîma Esed serderiyê ligel doza Kurd di rêya damûdezgehên ewlekariyê re dike, û destnîşan kir ku divê serperiştiyeke navdewletî ji her danûstandinekê re hebe.
Salih lêzêde kir ku tişta rejîma Esed ligel şanda Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê gengeşe dike, tenê pirsên xizmetguzariyê ne, û ev yek nûneratiya naverok û qebareya doza Kurd li Sûriyê nake.
Salih tekez kir ku rejîm serderiyê ligel Kurdan di rêya damûdezgehên ewlekariyê re dike, û ew bi awayekî rasteqîne danûstandinê nake û mercan jî ferz dike.
Serkirdeyê Kurd got: “Ezmûna me ligel rejîma Esed dûrûdirêj e, û baweriya me pê nayê û divê serperiştiyeke navdewletî ji her danûstandinekê re hebe “.
Ev daxuyaniyên Salih di demekê de tên piştî ku şanda PYDê hin hevdîtin ligel berpirsên hêzên ewlekariya rejîma Esed li Şamê pêk anîn.
Jêder Beşê Kurdî yê navenda ragihandina Hevbendiyê/ Kurdistan 24