Çalakvanan diyar kirin ko Hevpeymana Navdewletî ya bi serpereştiya Emerîka du komkujî li gundewarê Dêra Zorê pêk anîne, di nav qurbaniyan de jin û zarok hebûn, ew jî di şerê navbera milîtanên PYD û rêkxistina Daiş di tengecihên ko tê de mane.
Çalakvanan gotin ko heft sivîl ji nav wan du jin û zarokek bi destê hêzên hevpeymanan hatine kuştin, bi sedema şerê milîtanên PYD li bajarokê Elkuşkiyê yê evro dest pê kiribûn, di pey re firokên hevpeymana navdewletî herêm bi şeşberan gulebaran kiribûn.
Duh pênşembê jî hêzên hevpeymana navdewletî komkujiyeke din li herêma kontrola Daiş li bajarokê Elşafe rojhelatê Dêra Zorê pêk anîbûn, di encamê 11 sivîl hatine kuştin, 8 ji wan ji malbatekê ne ko rasterast xaniyê wan hatibû gulebarankirin.
Çalakvanan diyar kir ko firokên cengî xaniyê malbata mirovê sivîl Silêman Mihemed Elehdeb li bajêr amanc kir, di encamê de 3 kes ji malbata wî tevî heşt zarokên hemû jî li jêra neh salî bûn hatine kuştin. ev kuştar derheqê sivîlan de ji hêla hevpeymana navdewletî pêk hat, piştî gelek komkujiyên weke wê pêk anîne, û ya dawî di 16 çileyê pêşî de ko mizgeftek li gundewarê Dêra zorê amanc kirine, di encamê de bi dehan kesên sivîl têk çûne.
Toreya Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe de 8 kuştar li Sûriyê di heyva çêriya paşî ya bûrî de belgeh kirine, û tekez kir ko hevpeymana navdewletî piraniya wan pêk anîne, û parek ji berpirsiyariyê dikeve ser milê rêjîmê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz kir ko êrîşên firokên hevpeymana navdewletî li herêmên niştecihên sivîl li gundewarê Dêra Zorê rawestin, û daxwaz kir ko vekolîn di van tawankariyên derheqê sivîlan de bibe, û dabînî hebin ko ew tawankarî dubare nebin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî