Hevrêzkariya Tevgera Çaksazî kurdî – Sûriya, îro li roja yekşemê 15’ê nîsanê, ahingek bi helkefta bîranîna damezrandina xwe li baregeha ENK-S’ê li Stembolê, bi amadebûna serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa û hejmarek ji endamên Hevbendiyê û part û kesayetiyan lidar xist.
Hewas Egîd, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û serkirdeyê Tevgera çaksazî, gotarek di destpêka ahingê de li ser rola tevgerê her ji destpêkirina wê de pêşkêş kir, û tekez kir ku tevgerê kariye tevlî baredoxên dijwar li ser pirojeyê xwe berdewam bimîne, û bal kişand li ser vîna tevgerê ji bo pêkanîna guhertineke binyatgerî di rêformên karê tevgera kurdî yên sist û lawazbûyî de.
Hewas hat li ser behsa hin karên Tevgera Çaksazî, ji wan: dijberiya sîstema kilasîkî û navendî ya di hindur tevgera kurdî de û aktîvkirina sîstema birêveberiya “nenavendî”, ya ku kartêkirineke xwe ya berçav û erênî hebû li ser partiyên din yên ku xweşhal bûn bi boçûna bidawîkirina mîkanîzmên kevin di rêxistinên kurdî de, û Egîd li ser asta civakî bal kişand ku Tevger rabû bi aktîvkirina çalakiyên medenî û beşdar bû di geşepêdana bizava rewşenbîrî de, û li ser astê rewşenbîrî û hizrî û bi rêka çalakiyên xwe rabû bi pêşkêşkirina çend pirojeyên rewşenbîrî û hizrî û rave û boçûnan bi rêka komcivîn û xelkên demdemî, yên li gelek bajar û bajarokên kurdan hatin lidarxistin.
Serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa, ji aliyê xwe ve hêviyên xwe bi serkeftina tevgerê û rola wê ya rêfromxwaz pêşkêş kir, û hat li ser behsa baredoxên binçavkirina mamoste Fêsel Yosif ji aliyê çekdarên PYD’ê, û hêvî bi serbestberdana wî û hevalên wî yên di girtîgehên deshilata darê zorê de xwest, û herwiha hêvî xwest ku tevaya gelê Sûriyê ji rijêma stemkar û milîsên palpiştên rijêmê rizgar bibe.
Û peyva nûnertiya ENKS’ê li Stembolê ji aliyê Osman Milo hat pêşkêşkirin û têde behsa rola erênî ya tevgerê her ji destpêkirina wê kir, û daxwaza bidawîkirina rijêma Esed û desthilata PYD’ê li navçeya kurdî kir.
Û peyva Tevgera çaksazî li Stembolê ji aliyê Osman Egîd hat pêşkêşkirin û têde cext kir li ser giringiya pêdagiriya gelê Sûriyê li ser daxwazên şoreşê yên li sala 2011’an, û got ku li ser wan qurbaniyên mezin yên gelê Sûriyê dide ji heft salan ve, divê hîç destberdarî ji mafê avakirina dewleteke federal û demokratîk nebe, û ji bo bidestxistina armancan tekezî li ser berdewamiya xebata aştiyane kir.
Herwiha peyva partiya Maf û Azadî ji aliyê mamoste Mistefa Arkaş hat pêşkêşkirin û têde bal kişand li ser giringiya yekrêziya tevgera kurdî û hêviya serkeftin û berdewamiyê bo tevgerê xwest, û herwiha peyvek ji aliyê Tevgera Asûrî hat li ser giringiya hevgirtina pêkhateyên Sûriyê û ciwaniya hevrengiya xelkê Sûriyê yên ji gelek netew û ferhengên qeşenq pêktê û Sûriyê pê dixemlîne, û piştî salên dirêj ji kuştin û koçberkirin û wêrankirinê, daxwaza dad û mafperweriyê û belavkirina çanda hezkirin û aştiyê li tevaya Sûriyê kir.
Û birûsekek bi helkefta damezrandina Tevgera çaksazî ji aliyê serokê desteya danustandinê Dr. Nesir Elherîrî hat û têde hêvî bi berdewamiya tevgerê û pirojeyê wê yê çaksazîkirinê xwest, û hêviya serkeftina hewlên wê yên ji bo guhertinê û çaksaziyê li ser astê kar û gotarê xwest.
Li dawiyê ji aliyê du hozanvanên kurd Bavê Helepçe û Dr. Şiyar Silêman du helbest hatin pêşkêşkirin, hebesta Bavê Helepçe li ser gaza xerdel û çekên kêmyayî û binyatên hevbeş yên di navbera hizba Be’sa Şam û Bexdayê de bû, ji ber ku bajarê Helepçe û Xormal li ser destê rijêma Sedam hatibû kêmyabarankirin û hevdem rijêma Esed Dûma û Xanşîxon kêmyabaran kirin. û helbesta Dr. Şiyar Silêman li ser yekem şoreşa Sûriyê ya Qamişlo li sala 2004’an bû, ya ku rijêma Be’is bi hemû hêz û zibruzenga xwe û bikaranîna hozên Ereban vemirand, û di helbesta xwe de dît ku Serhildaba Qamişlo destpêşxer bû li hember rûbirûbûn û dijberiya stem û zilma Rijêmê.
Hêjayê gotinê ye ku Tevgera Çaksazî kurdî – Sûriya li roja 14’ê nîsana 2011’an bi armanca guhertin û çaksaziyê hat damezrandin û her ji destpêkê de rastî stemkariya PYDê hat, ku hêjî rêxerê giştî yê wê û endamê serokatiya ENK-S’ê Fêsel Yosif di girtîgehên PYD’ê de girtî û binçavkirî ye.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê