Endamê Hevbendiya Niştimanî Hewas Egîd , ew kiryarên ku îro êvarî ahengên Kurdan yên newrozê armanc kiribûn şermezar kirin.
Egîd got: ew kiruyarên tîroristî yên ku Daiş û rêxistinên din yên tundrew dijî kurdan û pêkhateyên din yên gelê Sûriyê pêk tînin, armanca wan ewe ku aştiya di nav pêkhateyan de têk bibin, û kurdan ji şoreşa Sûriyê dûr bixin, ev kar di encamê de bercewendiyên Esedê tewankar pêk tînin.
Egîd weha jî got: ev tawana ku îro pêk hat , xelekek nû bû ji zincîreka dirêj ji tawanên rijêma Esed dijî gelê kurd di cejna wî ya newrozê de , ku ew xelek ji şehîdkirina Silêman Adî di newroza sala 1986 an di xwepêşandana li ber Qesra komarî li şamê destpê dike, û di tirorkirina hersî Muhemedan re di newroza 2008 li bajarê Qamişlo re derbas dibe, û herweha gulebarankirina kurdên ahenga neroza Reqayê dema du xort şehîd xistin .
Egîd tekez kir ku ev karên tîrorîstî yên kirêt û şermezarkirî , nikarin gelê kurd ji vejandina newrozê û doza azadiyê paş bixin, em di şoreşa xwe de berdewam in.
Egîd di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re û saxlemiya nêzîk ji birîndaran re xwest.
Jêder : Hevbendî