Ji aliyê navenda belgekirina medenî li navçeya Elhola li bakurê Himusê, heyvane zêdetir ji 650 xizmetî têne belgekirin.
Û navend bi serpiştiya wezareta dadmendiyê ya hikûmeta demkî xizmetên xwe ji bo nêzîkî 75 hezar welatiyên navçeyê pêşkêş dike.
Duhî roja yekşemê, rêveberê navendê li Elhola, parêzer ‘Elî Elsewah ji ajansa “Smart” re diyar kir ku rewşa belgekirina belgeyên sivîl bi awayekî berdewam ber bi zêdebûnê diçe, nemaze piştî hemahengiya navendê ligel encûmenên xwecihî yên bajêr û bajarokên navçeya Elhola ya ji bo agahdarkirina welatiyan bi giringiya parastin û tapokirina mafên xwe.
Elsewah got ku Navend xizmetên xwe ji bo xelkê navçeya Elhola bê beramber bi rêka parêzer û fermanberên pispor û şehreza di biyavê qeydkirina medenî de pêşkêş dike.
Û xizmetên têne pêşkêşkirin bi serpirştiya hikûmeta demkî pêk tên evin: sercem qeydkirinên medenî ji (şokirin, jinberdan, zayîn, mirin), û herwiha derxistina belgeyên takekesî û yên xêzanî.
Hêjayî gotinê ye ku navenda belgekirinê li reşemeha sala 2016 an bi hevkariya “sendîkeya parêzerên Himusê ya azad” li jêr çavdêriya wezareta dadmendiyê ya hikûmeta demkî hate vekirin, Elsewah tekez kir ku sercem belgenameyên ji navendê derdikevin, bi mohra wezareta dadê ya hikûmeta demkî têne mohrkirin.
Tê zanîn ku sercem navend û dezgehên fermî li navçeya Elhola û tevî seraya qeydkirina medenî ji aliyê rijêma Esed hatibûn bombebarankirin û şewtandin, bi armanca bêparkirina welatiyan ji mafên wan, û navend hate durustkirin ji bo tapokirin û parastina mafên welatiyan ji windabûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî