Hêzên rijêma Esed û milîsên wê di binpêkirina agirbesta ji berî sê rojan de bi çavdêriya Rûsiya û Amerîka hatiye pêkanîn berdewam in, di vê binpêkirinê de Rijêm hêza xwe ji Der’a û Qonêtra kişandiye şerê dijî gundewarê rojhilatê parêzgeha Siwêda,wek migagirtinekê ji agirbestê.
Û “hêzên şehîd Ehmed Ebdo” yê ser bi artêşa azad li parêzgeha Siwêda êrîşa bejayî ya Rijêmê li rojhilatê Siwêda bi “mezintirîn” êrîş dît, û bal kişand ser ku çend xal bi piştevaniya firokên Rûsiya ji aliyê Rijêmê hatine kontrolkirin.
Û ligor çalakvanan ku sê binpêkirin ji aliyê Rijêmê li ser rêkeftinê hatine pêkanîn û tomar kirin her ji roja pêr roja yekşemê ku têde rêkeftina sêqolî ketibû di warê cêbicêkirinê de.
Herwiha ku bajarokê Elni’êmiyê bi topxaneya giran û bajarokê Sîda li rojhilatê parêzgehê bi mûşekan ji aliyê hêzên Rijêmê hatin bombebarankirin, hevdem ku bajarokê Elminşiyê li Der’a bi tankan û Til Elhimrê li Qonêtra bi çend rokêtan hatin bombebarankirin.
Û pêlek koçberiya ji navçeyê peyda bû bi sedema dijwariya bombebarankirinê û ligor çalakvanan ku sercem coreyên çek û teqemaniyan di wan êrîşan de hatin bikaranîn, hevdem ku hêzên şoreşger bi nûnertiya “Isûd elşerqiyê” û “Hêzên Ehmed Ebdo” Li Tevî “Cêş Elaşair” li navçeya Elbadiyê radibin bi dijberiya hêzên Rijêmê yê bejayî.
Hêjayê gotinê ye ku rêkeftina agirbestê her ji roja yekşema bûrî hatibû emzekirin ku sê parêzgehên başûrî Siwêda û Der’a û Qonêtra bi xwe ve digire, lê Rijêm hewl dide ku vê agirbest wek derfet bikar bîne ji bo pêkanîna êrîşan li dijî şoreşgeran li navçeyên din.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat