Hêz û dezgehên ewlekariya rejîma Esed li gundewarê Şamê berdewam in di fişaran de li ser kesên sivîl li deverên di bin destê xwe de, û kesên koçber ên ji bakurê Sûriyê vedigerin malên xwe, jêpirsîn bi wan te dibin, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê vê wek siyaseta tolvekirinê ji aliyê rejîmê dibîne, û li hemberî hemû dijberên xwe dubare dike.
Çalakvanên deverê ragihandin ku ji aliyê ewlekariya rejîma Esed sê jin û zarokek li taxa Qudseya ya derdora Şamê hatin girtin, piştî çend demjimêran ji hatina wan ji bakurê Sûriyê bo cih û warên xwe, ku li demekê pêştir bi neçarî ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin.
Berî niha jî ji aliyê hêzên rejîmê û dezgehên asayişê ve hilmeteke tepeserkirina ewlekariyê di rojên borî de li taxên paytaxta Şamê hatibû pêkanîn, herwiha ji aliyê hêzên Ewlekariya Leşkerî ve hilmeteke tepeserkirinê li taxa Qudseya li Şamê hatibû pêkanîn.
Û ev hilmeta ewlekariyê hevdem hat pêkanîn ligel kiryarên pişkinîna malên hemwelatiyên devera Qudseya, û xal û rêbendên ewlekariyê li ser rêyên deverê hatibûn danîn, ku navên bi dehên ciwanan li ser wan rêbendan ji bo serbazgirtinê hatibûn belavkirin, û bêtir ji 10 xortan ji bo leşkeriya neçarî hatin girtin.
Di heman çarçovê de, şeş xort ji bajarê Hemayê ji bo leşkerkirinê ji aliyê hêzên Esed û dezgehên ewlekariyê ve hatin girtin.
Hevdem ku ji aliyê hêzên Esed û dezgehên ewlekariyê ve rojane hilmetên desteserkirina malan û binçavkirinê û pişkinîna li ser rê û rêbendên dibin destê wê de berdewam tên pêkanîn, û li gorî rêxistinên mafên mirovan ku di heman demê de kiryarên kuştinê yên cuda hatine pêkanîn û bûyera herî berbiçav ya bidarvekirina doktor “Mûtaz Hîtîtanî” bû ku di sentereke vehewandinê de ya ji bo xelkê Xûtayê hatibû kuştin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rejîm hewl dide ku tola xwe ji hemû welatiyên sivîl û ji dijberên xwe bistîne, ji bo sepandina ewlekariya xwe bi hêzê careke din, û bal kişand ku ev yek dibe bi riya bilindkirina asta kiryarên xwe yên li dijî welatiyên sivîl yên vedigerin cih û warên xwe yên resen yên niha di bin destê rijêmê de ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê