Duhî li roja çarşemê, hêzên ewlekariya Esed li devera bajarê Almeyadîn yê bi ser parêzgeha Dêrazorê ve grûpeke serbazên ku berê ji artêşa rêjîmê veqetiyabûn desteser kirin, tevî ku wan peymaneke bi zorê bi rêjîmê re girêdabû.
Li gorî çalakvanên deverê, gundê “Altaybê” ji aliyê endamê ewlehiya leşkerî ya rejîmê hat bi serdegirtin, û 13 kesên ji artêşa rêjîmê cudabûyî li gund girtin, bi tometa “îxaneta welat” , û ev yek mezintirin tometbarî ye ku rêjîm wan pê tohmetbar dike, bi armanca girtina kesên dijber, û birîna cezaya bidarvekirinê derheqa wan.
Çalakvanan bal kişand ku ew kesên hatine girtin di salên 2012 -2013an de ji hêzên rejîmê cuda bibûn, û diyar kirin ku heye rêjîm çi kesê cudabûyî bigire, tevlî girêdana peymanên bi darê zorê yên berê, ku ev yek nîşan e ku hemû peymanên ligel wê hatine girêdan sexte ne, û rêjîma Esed bi wan pabend nabe.
Ku ji aliyê hêzên rejîmê hilmetên desteserkirin û girtinên girseyî li çend deverên Dêrazorê tên pêkanîn, bi armanca leşkerkirina piraniya wan bi darê zorê di nav refên leşkerên rejîmê de.
Di vê çarçoveyê de, vê dawiyê ji aliyê hêzên rejîma Esed hilmetên girtinê yên berfireh li parêzgeha Der’a hatin pêkanîn, û têde 70 kes ji bo leşkerkirinê hatin girtin.
Ofîsa “dukomntikirina navên şehîdên Der’ayê” tekez kir ku di hilmetê de kurên Der’ayê hatin girtin, ji wan şervanên berê yên ku ketibûn li ber peymanên bi darê zorê, herwiha hejmarek welatiyên sivîl yên daxwazkirî ji bo xizmeta leşkerî ya ferz û ya yedek jî hatin girtin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez kir ku hilmetên girtinê yên dibin ji aliyê hêzên rejîmê li hember ciwanên Dêrazorê û Der’a ji bo xizmeta leşkerî ne, ku ev yek tekeziyê li ser niyaza rejîmê ya çareseriya leşkerî ya xwîndar dike.
Hevbendiyê diyar kir ku rejîm kurên Sûriyê tevlî şerên xwe dike, ji bo bibin sotemenî ji bo şerê wê yê ji sala 2011an ve li dijî gelê Sûriyê hatiye ragihandin, û bal kişand ku armanc ji pêkanîna van kampanyayan ew e ku bi çi buhayekî be divê rejîm li ser desthilatê bimîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî